Şandeke Ji rêxistina Zaxo ya PDK-Sê serdana liqê 8an yê PDKê kir

Şandeke Ji rêxistina Zaxo ya PDK-Sê serdana liqê 8an yê PDKê kir

PDK-S: Di çarçoveya berdewamiya çalakiyên rêxistina Zaxo ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, roja Yekşemê 13. 11. 2022, şandek ji rêxistinê bi serokatiya Hiyam Mihemed endama komîta navendî ya PDK-Sê û bi amadebûna hejmarek ji endamên encûmena herêmî ya PDK-Sê û kadroyên Partî seredana leqê 8an yê Partiya Demukrata Kurdistanê kir, Ji bo pêşkêkina pîrozbahiyan ji Elî Ewnî re, bi helkefta helbijartina wî wek endamê komîteya navendî ya PDKê di kongirê 14an de.

Şand ji aliyê Elî Ewnî û kadroyên lEqa 8an ya PDKê ve hate pêşwazîkirin, herdu aliyan behsa serkeftina kongir û peywendiyên dîrokî û biratî di navbera herdu Partiyan de û giringiya bihêzkirina van peywendiyan li ser rêbaza Barzaniyê nemir ji bo xizmeta doza kurdî ya rewa di azdî û serxebûnê de.