Şandeke PDK-Sê beşdarî di merasîma vejandina salroja koça dawiya Cemîl Bavê Beşîr de kir

PDK-S: Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya beşdarî di merasîma koçbarkirina Cemîl Bavê Beşîr de kir.

Bi vexwendekê ji malbata xwedê jê razî Cemîl Bavê Beşîr endamê şaxî yê Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, ku berya salekê li welatê Elmanya bi sedema vayrosa Korona canê xwe ji destda, salroja koça dawiya Cemîl hate vejandin.

Xelîl Osman di gotarekê de pêşwazî li mêvanan kir , û şanda Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê diyariyek pêşkêşkî malbata Cemîl Bavê Beşîr kir.