SRK-S daxuyaniyek di salroja terorkirina Şehîd Hozan Ebo Zêd de belavkir

SRK-S daxuyaniyek di salroja terorkirina Şehîd Hozan Ebo Zêd de belavkir

PDK-S: Encûmena Sendîka Rojnemevanên Kurdistan - Sûriya daxuyaniyek di salvegera şehîdbûna rojnemevan Hoza Ebo Zêd belavkir.

Encûmena Sendîka Rojnemevanên Kurdistan -Sûriya di daxuyaniya xwede got, ku rojnemevan Hoza Ebo Zêd li beriya 10 salan di rojeke weke îro de li ser destê çekdarên PYDê li bajarê Serê Kaniyê hate terorkirin û şehîd bû.

Encûmena Sendîka Rojnemevanên Kurdistan -Sûriya rola rojnemevan Hoza Ebo Zêd gelek bi bandor bû, û çendîn dezgehên ragehandinê vîdyoyên rojnemevan Hoza Ebo Zêd weke jêder ji şoreşa Sûriyê bi kartanîn.

Sendîka navbûrî got, ku îro 10 sal li ser şehîdbûna Hoza Ebo Zêd derbas dibin û hîna rojnemevan li Rojavayê Kurdistanê rastî fişar û gefan tên .