Şandek ji “PDK-S” û Y. X.C.D.K.Rojava serdana Laleşê kir

Şandek ji “PDK-S” û Y. X.C.D.K.Rojava serdana Laleşê kir

PDK-S: Duh(17.4.2019) , şandek ji rêxistna Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya “PDK-S” û Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokiratî Kurdistanî – Rojava li Ewropa bi boneya cejina sersala Êzdiyan serdana navenda Lalşê ya rewşenbîrî li bajarê Bîlîfîdê Elmanî kir.

Şanda partiyê pêkhatibû ji Serokê Xwecihiya Encûmana Kurdî li Sûriyê li Ewropa û Endamê komîta navendî ya Partiyê Ebdulkerîm Hacî û Endamê komîta navendî ya Partiyê Mihemed S'dûn û her yek ji endamên Yekîtiya Xwendevan û Ciwanan (Dilşad Mela Himze û Nurî Elî) û bi mebesta pîrozkirina cejina sersala Êzîdyan ( Çarşema Sor) serdana Laleşê kirin û hêviya saleke nû pir xêruxweşî ji Kurdên Êzîdî re xwestin.