PDK-Sê serdana partiya Gel ya Turkmanî Iraq kir

PDK-Sê serdana partiya Gel ya Turkmanî Iraq kir

PDK-S: Şandek ji Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya serdana nivîsgeha partiya Gel ya Turkmanî Iraq kir.

Şanda Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê bi serokatiya Dr. Ebdulhekîm Beşar endamê Polîtbîroya PDK-Sê û cîgirê serokê hevpeymaniya niştîmanî ya hêzên şoreş û oposizyona Sûriyê, û ji endamtiya her yek ji Seîd Omer, endamê Komîta Navendî û berpirsê nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya PDK-Sê, û Mihemed Emîn Şêrîn, endamê Komîta Navendî pêk dihat.

Serdan bi mebesta pêşkêşkirina pîrozbaniya bi helkefta salvegera damezrandina 35an ya damezrandina partiya Gel ya Turkman bû.

Şanda PDK-Sê ji aliyê serokê partiyê Erfan Kerkûkû ve hat pêşwazîkirin.

Di hevvdîtinê de her du aliyan behsa têkilî û peywendiya di navbera gelê kurd û turkman de kir, şanda PDK-Sê behsa pêkvejiyan ku li Herêma Kurdistanê de heye kir, ameje bi gotara serok Mesûd Barzanî ya ku her dem çanda pêkvejiyanê diparêze kir.