Hevpeymaniya Emerîkî bo Sûriyê daxwaza piştevaniya çareseriya Siyasî li Sûriyê dike

Hevpeymaniya Emerîkî bo Sûriyê daxwaza piştevaniya çareseriya Siyasî li Sûriyê dike

PDK-S: Hevpeymaniya Emerîkî bo Sûriyê daxwaza dubare giringîdanê bi piştevaniya çareseriya syasî li Sûriyê ji Waşintunê kir .

Di daxuyaniyekê de Hevpeymaniya Emerîkî bo Sûriyê daxwaz ji rêveberiya Co Baydin serokê Emerîka kir, ku dubare girîngdanê bide çareseriya siyasî li Sûriyê di rêya hevkarî û hemahengiyê bi Tirkiyê re li gorî biryara Navdewletî 2254.

Hevpeymaniya Emerîkî bo Sûriyê di heman daxuyaniya xwe de nerazîbûna xwe li ser civîna sê alî nîşan da û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya parastina mafê penaberên Sûrî di vegerê de bo welatê xwe kir.