Israîl bi mûşekan Balafirxaneya Şamê armanc kir

Israîl bi mûşekan Balafirxaneya Şamê armanc kir

PDK-S: Di encama êrîşên Israîlê de, balefirxaneya Şamê ya Navdewletî rawestiya, herweha kuştî û birîndar di nava çekdarên rêjîma Sûriyê de ketin.

Ajansa Sana ya ser bi rêjîma Esed ve ji jêdereke leşkerî veguhestibû, ku demjimêr 2ê berbanga îro 02. 01. 2023, Israîl bi mûşekan balafirxaneya Şamê û derdora wê armanckirin.

Û serbar kir, ku di ancama armanckirinê de, du çekdarên rêjîma hatine kuştin û 2 birîndar ketine serbarî ziyanên madî
.
Duh jî kenaleke Israîlî amaje kirbû, ku tevî zehmetiyê di çarçoveya hemahingiyê di navbera Rûsya , Îran û rêjîma Sûriyê de, Israîl dixwaze piroseyên xwe yên nehînî li Sûriyê berdwam bike.