Waşinton: Xwepêşandanên Îranê sînorên Netewî û ciyografî derbas kirine
PDK-S: Berdevkê wezareta derve ya Emerîka Nîd Birays , di kongireyeke rojnamevanî de got , nerazîbûnên li Îranê sînorên Netewî û ciyografî derbas kirine û bê serkirdayetî ne , lewma xwepêşanderan karîne karên xwe berdewam bikin .
Herwisa got, erkê Emerîka ye piştevaniya azadiyên bîrurayan û xwepşandan û hemî azadiyên miletê Îranê bike .
Herwisa wî berpirsê Emerîkî tekez kir, û got êdî bila Emerîka ne li ser zindîkirina rêkeftina Etomî ye , lê bila piştevaniya azadiyên bingehîn yên miletê Îranê û alîkariya zêde ya Îranê bi Rûsyê re di şerê Ukraniya de zêde tir bala Emerîka dikşînin.