UNCF: Erdhejê rewşa zarokên Sûriyê xirabtir kir

UNCF: Erdhejê rewşa zarokên Sûriyê xirabtir kir

PDK-S: Rêxistina Yûnîsêf ya Netewên Yekgirtî UNCF ragehand, ku zarokên Sûriyê rastî rewşeke mirovî ya xirab tên û erdhejîna rûdayî rewşa wan xirabtir dike.

Rêxistina Yûnîsêf ya Netewên Yekgirtî ragehand, ku piştî erdhejîna li başûrê rojhelatê Tirkiyê û bakurê Sûriyê rûdayî, rewşa bi hezaran ji zarok û malbatan di metirsiyê de ye.

Serbarkir, ku hevdemê kirîza aborî ya zehmet pêwîstiya zarokên Sûriyê bi alîkariyê heye nexasim, ku kêşe di peydakirina pêdiviyên jiyanê yên sereke de heye weku xwarin û avê.