NY: 25 Melyon Dolarê Emerîkî bo alîkariyan ji Turkiya û Sûriyê re hatine terxankirin
PDK-S: Netewên Yekgirtî ragehand, ku ew hewla dîtina rêyeke nû didin da ku alîkariyan bo bakûrê Rojavayê Sûriyê bişînin , û 25 melyon dolar ji sindoqa hawarçûnê bo alîkariya mirovî li Tirkiya û Sûriya hatine dabînkirin.
Stephane Dujarric, gotubêjê Netewên Yekgirtî eşkere kir, ku rêya çûnê bo deriyê sînorî Bab Elhewa ji Tirkiya bo bakûrê Sûriyê ziyan pê gehiştiye, û vê çendê bi şêweyekî demkî gehandina alîkariyan bo bakûrê Sûriyê rawestandiye.
Dujarric gotjî ew niha hewl didin sînorê opozisyonê derbas bikin da ku alîkariyan bighênine bakûrê Sûriyê , lê ev çend pêwîstî bi rêkeftinê ye navbera opozisyonê û rêjîma Sûriyê heye.