Rêxistina Tendirustiyê: Piştî Erdhejê, bakur û Rojavayê Sûriyê jêdera dilgraniyê ye

Rêxistina Tendirustiyê: Piştî Erdhejê, bakur û Rojavayê Sûriyê jêdera dilgraniyê ye

PDK-S: Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî ragehand, ku piştî erdhejê, bakur û rojavayê Sûriyê jêdera dilgiraniya mezin e.

Mayk Ryan rêveberê cîbcîkar ya bernameya hawarçûna tendirustî di rêxistina tendirustî ya Cîhanî di lêdwaneke rojnamevanî got, ku eve heyama 10 salane û şer li Sûriyê heye û sîstema wê ya tendirustî pir aloz e.

Eve heyama 10 salane û Sûriya hatiye dabeşkirin, û li deverên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de xizmetguzariyên tendirustî hene lê li bakur û rojavayê Sûriyê rewş pir xirabe û alîkarî bi zehmetî derbas dibin.