Rêxistinên mirovî û hewarçûnê avakirina hevpeymaniyeke mirovî bo Sûriyê radighîne
PDK-S: Rêxistinên hewarçûnê yên Sûrî avakirina hevpeymaniyeke mirovî bo Sûriyê radighîn e.
Nêzîkî 97 rêxistinên mirovî û hewarçunê yên Sûrî di daxuyaniyekê de avakirina hevpeymaniyeke mirovî bo Sûriyê bi armanca çareserkirin ji encam û ziyanên Erdhejê re ragihand .
Heman rêxistinan di daxuyaniya xwe de daxwaza bilezkirin di cîbicîkirina rêkar û tedabîrên piraktîkî ji bo gerentîkirina derbaskirina alîkariyên mirovî di rêya sînor re bo dema bêhtirî salekê ji bo ziyandîtiyên Erdhejê li Sûriyê, , dabînkirina alîkariyên darayî biqasî 200 melyon dolarê Emerîkî di heyama 3ê mehan de kir .
Herweha daxuyaniyê tekezî li ser giringiya belgekirina qurbaniyên Erdhejê kir, û got pêwîste para mezin di piroseya cîbicîkirin û wergirtina piştevaniya teknîkî ji hevparan di destê dezgehên xwecehî debin û piştevaniyek zêde jî bo rêxistinên civaka sivîl were pêşkêşkirin .