Ji bo 121 saliya Rojnamegeriya Kurdî semînarek li Girkê Legê hat li darxistin

Ji bo 121 saliya Rojnamegeriya Kurdî semînarek li Girkê Legê  hat li darxistin

PDK-S: Bi boneya salvegera 121 saliya rojnamegeriya kurdî, li bajarokê Girkêlegê , semînarek hat li darxistin.

Roja Duşemê li bajarokê Girkêlegê, bi amadebûna berpirsê giştî yê rêxistina Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya , Ebdulkerîm Mihemed, û endmaên encûmana xwechî ya Encûmana Niştîmanî Kurdî li Girkê Legê û hijmarek ji rewşenbîr û nvîskaran , ji bo salvegeriya rojnamegeriya kurdî , semînarek hat li darxistin.

Semînar ji aliyê Ebdulkerîm Mihemd berpirsê rêxistina partî , ronahî xiste ser rola Rojnameya Kurdistan û ezmûna rojnamevanan li Kurdistana Sûriyê.

Herweha mafnasa kurd Zehra Ehmed Qasim behsa dîrok û derketina yekemîn rojnameya kurdistan û mîr Miqdad Midhet Bedirxan kir.