Desteya Danûstandkara Sûriyê li Emerîkayê ye

Desteya Danûstandkara Sûriyê li Emerîkayê ye

PDK-S: Şandek ji Desteya Danûstandkara Sûriyê îro 25ê Nîsana 2023yan berê xwe da Emerîkayê.

Şanda Desteya Danûstandkara Sûriyê dê li gel berpirsên Wezarata Derve û Kongirêsê bicive.

Şanda Desteya Danûstandkara Sûriyê bi serokatiya Dr. Bedir Camûs, û ji her yek ji Salim Muslit, Ibrahîm Biro û Fedewa Icêl pêk tê.

Biryar e îro li gel Barbara Lîf Cîgira Wezîrê Derve yê Emerîkayê bicivin, pişt re hejmarek hevdîtin encam bidin.
39