3yemîn salvegera koçadawiya hunermend Seîd Gabarî hat vejandin

3yemîn salvegera koçadawiya hunermend Seîd Gabarî hat vejandin

PDK-S: Li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, 3yemîn salvegera koçadawiya hunermend Seîd Gabarî hat vejandin.

Merasîmên vejandinê li navçeya Mela Umer li gundewarê Hewlêrê bi rê ve çûn.

Di merasîman de siyasetmedar, rewşenbîr, û hejmarek mezin ji penaberên Rojavayê Kurdistanê amade bûn.

Di wan merasîman de gotar hatin xwendin, li ser jiyan, xebat û keda hunermend rawestiyan.

Di 4ê Gulana 2020an de, hunermendê navdar Seîd Gabarî li Hewlêrê koça dawiyê kir, û wir bi xakê hat spaetin, li pişt xwe dibistanek ji hunera kurdî hişt.