NY: Yasaya koçberiyê ya Birîtanî ya nû binpêkirine ji mafên penaberan re

NY: Yasaya koçberiyê ya Birîtanî ya nû binpêkirine ji mafên penaberan re

PDK-S; Berlemanê Birîtaniya pirojeyasayek bo rûberûbûna koçberiya ne yasayî, roja Duşemê 17 Tîrmeha 2023an, pejirand, û li gorî xalekê ji pirojeyasayê, kesên ku gihiştine Birîtaniya bi qaçaxî ji mafê penaberiyê bê par dimînin.

Neteweyên Yekbûyî, îro di daxuyaniyekê de pirojeyasaya koçberiyê ya berlmana Birîtanî rexne kir, û da nîşan ku ev pirojeyasaya li dijî sozên Birîtaniya yên li gorî yasaya navdewletî ya mafên mirovan û penaberan e.

Herweha Folker Tork serokê komîsara bilind ya mafê microvan û Fîlîpo Girandî serokê komîsara bilind ya karûbarên penaberan di NY de, hoşdarî di derbarê encamên vê pirojeyasayê li ser kesên ku pêwîstiya wan bi parastineke navdewletî heye, dan, û diyar kirin, ku ev pirojeyasaya li dijî sozên Birîtaniya ye.

Tevî pejirandina berlmana birîtanî ji pirojeyasayê re, lê divê şahê Birîtaniya Çarlizê Sêyem li ser îmze bike da ku were bicîkirin.

Di vê debarê de, hejmareke mezin ji penaberên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê bi qaçaxî derbasî Birîtaniya bûne, û eger pirojeyasa were bicîkirin, dê ew penaber ji mafê penaberiyê bê par bimînin.