Li kampa Domîz rêxistins PDK-S ahingeke derçûna 3ê xuleyan lidar xist

Li kampa Domîz rêxistins PDK-S ahingeke derçûna 3ê xuleyan lidar xist

PDK-S: Rêxistina Domîz ya Partiya Demokrat a Kurdistan _Sûriya Doh Sêşemê 30. 04. 2019, ahinga derçûna hejmarek xule yên rewşenbîrî ku ji aliyê rêxistinê ve û bi serpiriştiya Komîta Rewşenbîrî birêve çû bû, li hola şehîd Nesredîn Birhik ya li ofîsa PDK-S lidar xist.

Xule yên hatî dayin ev bûn :
Zimanê Inglîzî(asta 1em).
Amadekirina pêşkêşan.
Zimanê Kurdî ji piçûk û mezinan re.

Berpirsê Rêxistina Domîz ya PDK-S ,endamê Komîta Navendî Mihemed Emîn Ebas ,bi wê helkeftê û bi beşdariya hejmarek endamên Encumena Herêmî ya PDK-S û Rahêner û xwendekar û beşdarên xuleyan gotarek pêşkêş kir ,tê de pîrozbahî li hemî derçûyan kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest ,û destxweşiyek gerim li karê mamoste û rahêneran kir.

Di ahingê de stranên Kurdî ,tabloyeke stranên zarokan hatin pêşkêşkirin û di dawiyê de bawername li ser beşdarên her 3ê xuleyan hatin pêşkêşkirin.