Rêxistina Nerwêc ya PDK-Sê civîna xwe ya rêxistinî lidar xist
PDK-S: Rêxistina Nerwêc ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, roja Şemiyê 16.09.2023 li bajarê Oslo yê Norwêcê civîna xwe ya rêxistinî li dar xist.
Di civînê de endamê Komîteya Navendî û berpirsê rêxistinên Skandînavyayê Şêrgo Kanaan Agîd û endamên rêxistinê amade bûn.
Di civînê de behsa çend xalên siyasî û rêxistinî hate kirin, ku tê de li ser pêwîstî û giringiya xebata Partiyê li Ewropa bi giştî û Nerwêc bi taybetî gotûbêj kirin.