Pedersen: Sala 2023an ji bo Sûriyan saleke xirabû û heta niha şer bi dawî nebûye

Pedersen: Sala 2023an ji bo Sûriyan saleke xirabû û heta niha şer bi dawî nebûye

PDK-S: Şandiyê taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê tekez kir, ku sala 2023an saleke din a xirabû ji bo sivîlên Sûriyê û heta niha aloziya Sûriyê bidawî nebûye.

Gêr Pedersen di hevdîtinekê ya derbarê Sûriyê de li pêş Encûmena Asayişa Navdewletî duh, Pêncşemê 21ê Kanûna 2023ê, got ku sala 2023an erdhejên wêrankir, daketina aboriyê bo rêjeyên nû û xirabtirîn kiryarên tundûtûjiyê di sê salên dawî de rû da, û tevî ku ew "di heman demê de vebûneke dîplomatîk a nû kir, lê ew nebû sedema guhertinên berbiçav li ser erdê di jiyana Sûriyan de.

Pedersen her wiha got: Ev saleke din a xirabû ji bo sivîlên Sûriyê, ku hejmareke hatine kuştin, birîndarkirin, koçberkirin, girtin û revandin, û tu tevgerên berçav ber bi paşerojeke baştir ve nedîtine.

Şandiyê taybet ê sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Sûriyê bal kişand ser wê yekê ku pêwîstiya lezgîn bi hemû aliyên (Sûrî û ne-Sûrî) heye ji bo aramiyeke berdewam li Sûriyê kar bikin û ber bi agirbesteke niştimanî ve biçin.

Pedersen her wiha got: Pirsgirêkên li ser erdê nîşaneyên nakokî ne, ku tu aktor an komek ji aktoran nikare bi tena serê xwe çareser bike, û ev kêşe bi berdewamî nayên çareser kirin bêyî ku pêvajoyek siyasî ku pêşveçûnek rastîn ber bi çareseriyek siyasî ve pêk bîne li gor Biryara Encûmenê 2254.