Netewên Yekgirtî: di meha bûrî de 40 barhilgirên alîkariyên mirovî derbasî Sûriyê bûn

Netewên Yekgirtî: di meha bûrî de 40 barhilgirên alîkariyên mirovî derbasî Sûriyê bûn

PDK-S: Netewên Yekgirtî eşkere kir ku di meha bûrî de bêhtirî 40 barhilgirên barkirî bi alîkariyên mirovî derbasî Sûriyê bûn.

Nivîsgeha NY ya hemahengiya karûbarên mirovî di raporta xwe de ragihand ku di heyama navbera )2 – 16( Berçileyê 43 barhilgirên barkirî bi alîkariyên mirovî, di rêya dergehê Bab Elhewa û Bab Elselama re derbasî navçeyên li bakurê rojavayê Sûriyê bûn.

Raportê serbar kirk u 42 barhilgir di rêya dergehê Bab Elhewayê re, û bargilgireke alîkariyan jî di rêya dergehê Bab Elselama re di wê demê de derbasî Sûriyê bûn.