Amnesty: Sûriya ne aram e ji bo vegerê

Amnesty: Sûriya ne aram e ji bo vegerê

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) di raportekê ragihand, Sûriya ne aram e ji bo vegera penaberan û divê penaberên Sûrî li Libnanê werin parastin.

Lêborîna Navdewletî duh di raportekê de ragihand, hevdemê destpêkirina Kongira Brukselê ya 8an a Wezarî derbarê piştevaniya pêşeroja Sûriyê û deverê de, divê hikûmetên daner gerentiyê bidin ku pereyên ji bo piştevaniya penaberên Sûrî li Libnanê tên terxankirin di binpêkirinên dermafên mirovan de nên bikaranîn.

Diyar kir, di her du mehên borî de desthilata Libnanê bi rêkarên zêde rabû ji bo fişarê li se penaberan bike da ku vegerin Sûriyê.

Amnesty da zanîn em li gel rêxistinên mafên mirovan hevnêrîn in ku Sûriya ne aram e ji bo vegera penaberan.

Serbar kir, divê aliyên daner di kongira mirovî ya salane de ji bo Sûriyê fişarê li ser desthilata Libnanî bikin da ku helmeta serkutkirina penaberên Sûrî rawestîne.

25ê Gulanê jî, Rêxistina Human Rights Watch di raportekê de ragihand ku tundûtûjî li dijî penaberên Sûrî li Libnanê zêde bûye.