Komîteya Civakî û Yasayî li Navçeya Amîdiyê û PDK-Sê di navbera du malbatan de lihevhatinek encam dan
Komîteya Civakî û Yasayî li navçeya Amîdiyê ya Dihokê bi hevkarî û hemahingî bi Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya re, roja Sêşemê 28ê gulana 2024an, lihevhatinek di navbera malbatek ji Kurdistana Sûriyê û malbateke din ji Herêma Kurdistanê bi sedema bûyereke hatinûçûnê li ser rêya Dihokê de eccam da.
Şanda Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya bi serokatiya endamê polîtbîroyê û berpirsê rêxistina Domîz ya PDK-Sê Hacî Kalo bû, herwiha hejmarek ji kadirên wê partiyê, kesayetiyên welatparêz, civakî û çandî amade bûn.
Di destpêkê de, Hacî Kalo bixêrhatina amadebûyan kir û spasiya hemû xêrxwazan kir ku ji bo lihevhatina herdu malbatan hewl dane.
Kalo amaje bi çanda biratî, pêkvejiyan û lêborînê kir ku weke bingehek ji bo rûbirûbûna rûdanan, ku ji rêbaza Barzaniyê nemir tê.
Herdu malbatan spasiya serkirdayetiya PDK-Sê, Komîteya Civakî û Yasayî li navçeya Amidiyê û hemû kesên ku di lihevhatinê de beşdar bûn, kirin.
Li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê, di encama bûyereke hatinûçûnê de keçeke Kurd ji bajarê Kobanê yê Kurdistana Sûriyê jiyana xwe ji dest da.