Yekîtiya Ewropayê sizayên li ser rêjîma Sûrî saleke din dirêj dike

Yekîtiya Ewropayê sizayên li ser rêjîma Sûrî saleke din dirêj dike

Yekîtiya Ewropayê (YE) sizayên li ser rêjîma Sûrî roja Sêşemê 28ê gulana 2024an, bo saleke din ango heta 1ê Hezîrana 2025an dirêj kir, û tekez kir ku pêkanîna aştiyê li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî ye, bi taybet biryara 2254.

YEê di daxuyaniyekê de ragihand ku sînordarkirinên li ser rêjîma Sûrî salek din hatin dirêjkirin, "ji ber berdewamiya siyaseta wê ya di binpêkirina mafên mirovan de".

Li gorî daxuyaniyê, di lîsteya sizayan de 316 kes û 86 dezgeh ji bo derbaskirina di nav axa welatên Yekîtiya Ewropayê de qedexe bûn û pereyên wan jî hatin rawestandin.

Di 22ê Gulanê de, Encumena Ewropî lêborîna mirovî (piştî erdheja di sibata 2023an de li Bakur û Rojavayê Sûriyê rûda) ji sizayên li ser rêjîma Sûrî hatibûn sepandin, dirêj kir.