PDK-Sê semînareke siyasî û çandî li kampa Gewêlan li dar xist
Rêxistina Gewêlan ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya (PDK-S) roja Çarsemê 29ê gulana 2024an, semînareke siyasî û çandî derbarê (Xêvetgeha Barzanî) li senterê Rewşen Bedirxan ya Çand û Civakê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li kampa Gewêlan ya penaberên Kurd ên Sûrî li herêma Kurdistanê, li dar xist.
Semînar ji aliyê herdu endamên xola yekem ya Xêvetgeha Barzanî, Hêvî Ebdilrehman û Hindirîn Luqman ve hat birêvebirin û tê de behsa ezmûna Xêvetgehê a li devera Barzan li herêma Kurdistanê kirin.
Hêvî Ebdilrehman got: "Xêvetgeh ezmûneke pêşeng bû ji kadirên partiya me re".
Herwiha behsa prensîb, hînkirin û têkoşîna ku wan ji semînaran wergirtine kir.
Ji aliyê xwe ve, Hindirîn Luqman amaje bi çalakiyên Xêvetgehê kir.
Di dawiyê de, beşdaran semînar bi pirs û gotinên xwe dewlemend kir.