Du teqînên bihêz bajarê Baniyasê hejand
Di encama ketina mûşekeke Îsraîlê û mûşekeke din ya rêjîma Sûriyê li Girê Nifûs li bajarê Baniyasê li gundewarê Tertûsê li rojavayê Sûriyê hejmarek kes navbera kuştî û birîndar bûne qurbanî.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku devera Girê Nifûs li Baniyasê du teqînên bihêz rûdan di encama ketina du mûşekan de.
Dîdevanên deverê jî behsa ketina mûşekeke Îsraîlê li bajarê Baniyas, li nêzî bendera bajêr, kirin, ku hejmarek kes jî bûne qurbanî
Rewangehê herwiha ragihand ku mûşekên Îsraîlê herî kêm bingeheke leşkerî ya Hizbullaha Libnanî, li nêzî devera Elfurquls li gundewarê rojhilatê Humsê, li naverasta Sûriyê armanc kir.