Raport: 228 kes li Sûriyê di Gulanê de hatine girtin
Tora Sûrî ya Mafê Mirovan îro di raportekê de girtina 228 kesan di meha Gulanê de li Sûriyê tomar kir.
Raportê got ku "ji hejmara giştî ya girtiyan 13 zarok in û 4 jî jin in, çarenivîsa 189 kesan ne diyar e".
Da zanîn, rêjîma Sûrî 102 kes girtine, Hêzên Sûriya Demokratîk "HSD" 49, grûpên çekdar ên Opozisyona Sûrî 36 û "Desteya Tehrîr El-Şam" 41 kes girtine.
Amaje kir ku rêjîmê hejmarek penaberên ku bi rêya dergehê Elmesneh yê hevsînorî ji Libnanê hatibûn dersînorkirin girtin û li navendên ewlehî li Hums û Şamê zindan kirin. Diyar kir ku 23 penaberên ku ji Libnan û Urdunê vegeriyane hatine girtin.
Ji destpêka 2024an ve û ta meha Hizêranê herî kêm 1019 kes li seranserê Sûriyê hatine girtin, li gorî raporta Tora Sûrî.