Desteya Danûstandkar: Zêdetirî 30 hezar zarok li Sûriyê hatine kuştin

Desteya Danûstandkar: Zêdetirî 30 hezar zarok li Sûriyê hatine kuştin

Bi bûneya Roja Cîhanî ya Zarokên Bêguneh Qurbaniyên Êrîşan, Desteya Danûstandkar a Sûrî got ku çareseriya siyasî bi tenê jiyana zarokên Sûriyê gerentî dike.

Di kurte vîyoyekî de, Desteyê da zanîn, di heyama 13 salan de zêdetirî 30 hezar zarok li Sûriyê hatine kuştin ku 77% ji wan li ser destê rêjîma Sûrî hatine kuştin.

Serbar kir, hîn zêdetirî 5 hezar zarok li Sûriyê girtî û wendakirî ne ku 71% ji wan di zindanên rêjîmê de ne.

Tekez kir bi tenê çareseriya siyasî gerentiya jiyaneke ewleh û aram ji zarokan re dike.