Di êrîşke DAIŞê de 5 çekdarên rêjîma Sûrî hatin kuştin
Çekdarên DAIŞê li gundewarê rojhilatê Humisê êrîşî hêzên bi ser rêjîma Sûrî ve kirin û di encamê de 5 çekdarên ser bi rêjîmê ve hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên DAIŞê bi çekên sivik li gundewarê rojhilatê Humisê êrîşî grûpa Lîwaya Qudis ya ser bi rêjîma Sûriyeyê ve û ji aliyê Rûsyayê ve tê piştgirîkirin kir û di encamê de 5 çekdar hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyên Rewangehê, ji destpêka sala 2024an ve 395 kes di operasyonên leşkerî yên li Sûriyeyê de hatine kuştin. Ji wan 43 sivîl, 27 çekdarên DAIŞê û 325 leşker û çekdarên ser bi rêjîmê ve ne.