ENKSê: Pakrewanên Raperîna 2004an nexşeya Kurdistanê ji Dêrikê ta Cindirêsê nexşandin
PDK-S: Roja Sêşemê 10ê Adara 2020î de, Emîdariyê Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek bi boneya salvegera 16an ya Raperîna Kurdî -2004- li Rojavayê Kurdistanê belav kir.
Di daxuyaniyê de weha hatiye: di 12ê Adarê salvegera 16an Raperîna Kurdî ya pîroz derbas dibe, tê de bi dehan şehîd bûn û hijmarek mezin birîndar bûn û hatin girtin. Serbarî ziyan madî ji derencamên diziyê ji aliyê rêjîmê ji mal û mulk û dukanên Kurdan û şewitandina wan, tevî wê yekê Raperîna cemawerî berdewam kir, bê ku ew kiryarên hovane bandore li vîna beşdarbûyan bikin.
ENKSê serbar kiriye ku raperîn ji derencamên fitneyekê ji aliyê rêjîmê ve hat, da ku nakokiyekê netewî navbera ereb û Kurdan biafrîne, ku tê de hêzên ewlekarî gule li dijî welatiyên sivîl li yarîgehê bi kar anîn di encamê de hijmarek şehîd ketin û rewşek ji tirs û nerihetiyê li cem welatiyan çê kir.
Di roja duyem de, xelkê berê xwe dane Qamişlo, da ku hijmarek ji pakrewanên xwe bi xak bispêrin lê deshelatdariyê hewla rêgirîkirinê kir û gule berdan, dîsa jî hijmarek ji welatiyan beşdar şehîd ketin, û Qamişlo bi hemû nifşan rûbûn li lingên xwe , û gelê Kurd li hemû bajar û bajarokan serî hildan, ku ji xwepêşandanên piştgiriyê bo raperîneke gitşî bi rûyê qirkirina ku rêjîmê bi kar aniy hate veguhestin û hemû bajar ji Dêrikê ta Cindirêsê li xwe girt bi wê yekê nexşeya Kurdistanê bi xwîna şehîdan hate nexşandin û gelê Kurd bi hemû pêkhate û hêzên siyasî li rûyê sitemê de bûna yek û gelê Kurdistanê li seranserî Kurdistanê û derveyî welêt di rêya xwepêşandan re piştevaniya xwe nişan dan herwiha hin welatan jî piştgiriya xwe xuya kirin ku kiryarên rêjîmê di qirkirin û nedanpêdanê bi mafê Kurdan nepejrînin.
Emîdariyê Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê amaje kiriye ku Raperîna Adara pîroz, destkeftin girîng ji hemû Sûriyan re anîn û rêbenda tirsê şikand û bû destpêkeke rasteqîne ji şoreşa Sûriyê 2011an de, û giraniyek da tekoşîna gelê Kurd û bizava Kurdistanî li ser sata nqvdewletî û navnetewî, herwiha roleke Herêma Kurdistanê û kesayetiya Serok Mesûd Barzanî di piştevaniyê de hebû, ku ew raperîn nişana redkirina gelê Kurd ji pirojeyên şofînî û nijadperestî ji her desthelatdarekê re hat, û bû gavek ku xebata gelê Kurd re ku li ser xaka xwe ya dîrokî dijî.
weke wefadariyekê ji biranîna raperînê re tevgera Kurdî biryar da ku 12 Adarê ji her salekê Roja Pakrewanê Kurd li Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir.
ENKSê bal kişandiye ser ku encûmen di dema hestiyar û girêk ya ku Sûriyê bi giştî û herêmên Kurdî bi taybetî tê re derbas dibin, tekez dike ku dê her bimîne weke berevanê di ber doza gelê Kurd di hemû gerên navdewletî yên girêdayî bi Sûriyê, û kar bi hemû aliyekê re dike ji bo sînorek ji kareseta gel re were dayîn û derbider vegerin warên xwe li Efrîn û Serê Kaniyê û Girê Spî û binpêkirin werin rawestandin, û her hewlek guhertina demoxrafî red bike.
Di vê derbarê de bang li Civaka Navdewletî dike ku çareyeke siyasî ji kirîz û karesate Sûriyê re bibînin û hemû artêş û milîsên biyanî derxînin. Li aliyekî din tekezî li ser yekrêziya navmala Kurdî dike û berdewmiya kar li ser mjarê ji ber ku gerentiya tekane ye ji bo parastina bajaran û dûrxistina metisiyan ew e.
Emîdariyê Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê dirêjahî bi daxuyaniya xwe aniye ku ENKSê di dema bîranîna pakrewanan tîne bîra xwe di heman demê de soza berdewamiya kar û xebatê dide ta cibicîkirina armanc û omîdan di rêya danpêdana destûrî bi hebûna gelê Kurd li Sûriyê, û dîtina çareyeke rastiyane ji doza netewî û dabînkirina mafan li gor rêkeftinên navdewletî û rakirina hemû pirojeyên awerta.
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye bi vê boneyê ENKSê bang li gel dike ku
1- Di şevê 11 li ser 12 mûm û findan li ser xaniyên xwe vêxînin
2- 5 xulekan li ser cane pakrewanên 12 Adarê demijêr 11 rawestin
3- Piştre seredana goran bikin û gurzên gul û çîçekan daynin ser her gorekê.