Pêşmergeyekî Şoreşa Eylûnê serdana Ofîsa PDK-S kir

Pêşmergeyekî Şoreşa Eylûnê serdana Ofîsa PDK-S kir

PDK-S: Îro12. 2. 2019, pêşmergeyê şoreşa Eylûn û gulanê, Mihemed Xalid Bewselî, serdana ofîsa rêxistina Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, ya Zaxo kir û ji aliyê berpirsê rêxistina Zaxo , û endamê komîta navendî ya PDK-Sê , Hoşeng Semgemûr û Emîd Hisîn Sûrî û endamên encûmenên herêmî û şaxî yên partî li Zaxo pêşwazî lê hate kirin.

Pêşmergeyê herdu şoreşan , bi mebesta pirsîna rewşa Kurdistana Sûriyê û Sûriyê û miletê kurd , serdana ofîsa PDK-Sê kirbû û rêveberiya ofîsê ji aliyê xwe ve sipasî û bixêrhatina wî kir û rewş li Kurdistana Sûriyê ji bo wî şirove kir .