Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya cejna jidayikbûna Hezretî Mesîh

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya cejna jidayikbûna Hezretî Mesîh

PDK-S: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya çejna jidayikbûna Hezretî Mesîh (silavên xwedê lê be) peyameke pîrozbahiyê arasteyî Kirîstiyanên Herêma Kurdistanê, Iraq û Cîhanê kir.

Deqa peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Bi boneya cejna jidayikbûna Hezretî Mesîh (silavên xwedê lê be), pîrozbahiyeke germ li xwişk û birayên Kirîstiyanî li Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im ku rojên cejna xwe di keşeke aram û bextewar de derbas bikin.

Kirîstiyan pêkhateyeke girîng û resen a civaka Kurdistanê ne û bi pêkhatên din re roleke giring di ber bi pêşvebirina civaka kurdistanê de dîtine û Herêma Kurdistanî jî li navçeyê bûye malbenda pêkvejiyana netewî û olî.

Di vê boneya pîroz de, pabendbûna xwe ji bo kûrkirin û xurtkirina kultura lêborînê û tebayî û pêkvejiyana aştîyane ya di navbera pêkhatan de dubare dikin ku ew jî yek ji şanaziyên Herêma Kurdistanê ye.

Hêvîdar im hatina vê cejinê û sersala nû, bibe sedema bicihbûna aştî û aramiyê û bidawîbûna qeyran û nehametiyan li Kurdistan û cîhanê.