Sekretêrê PDK-Sê Peyama sersaxiyê arasteyî malbata Prof. Dr. Nadir kerem Nadirov kir
PDK-S: Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya sersaxiyê dide hemû Kurdên Sovyeta berê û civaka Kurdên Qaxazistanê bi koça dawî ya kurdperwerê bi navûdeng Prof. Nadir Nadirov.
SERSAXÎ:
Berêz Malbata Prof. Dr. Nadir kerem Nadirov
Me bi xemgîniyek mezin, nûçeya koça dawî ya zanyar û kurdperwerê bi navûdeng Prof. Nadir Nadirov bihîst.
Prof. Nadir koça dawîn kir, lê ked û kar û xebata wî bi şanazî di dîroka Kurdî de hetahetayê dê bimîne, lewra ku mirina wî ne tenê bo we wekî malbat û xizmên wî, belkî bo tevaya gelê kurd û bo Netewa Kurd xusaret û ziyanek mezin bû.
Ez bi navê xwe û navê Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya (PDK-S) hewxemiya xwe li gel we yên rêzdar radigehînim û sersaxiyê didim we û hemû Kurdên Sovyeta berê û civaka Kurdên Qaxazistanê.
Ji xwedayê mezin dixwazin ku cihê xwedêjêrazî behişt be, bila serê we û tevaya gelê Kurd sax be.
Si'ûd Mela
Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya
Qamişlo 27.08.2021