PDK-Sê raporta xwe belav kir

PDK-Sê raporta xwe belav kir

PDK-S: Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê dueymîn raporta xwe ya siyasî, raporta meha Sibata belav kir, tê de dawîn pêşhate li ser mijarên navdewletî, cîhanî, herêmî, xwecihî, herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê aniye ziman.

Derbarê Rojavayê Kurdistanê, PDK-Sê ragihandiye ku hîn rewşa bijêwî ya şêniyên kurdî zehmet e, bi bilindkirina nirxê kelûpelan, belavbûna bêkarî û nekarîna welatiyan li ser kirîna pêdiviyên jiyanê bêtir jiyan zehmetir kiriye, lê hin niyazên Emerîkî hene ku encamên yasay Sîzer li ser deverên di rojhilatên çemê Feratê li Rojavayê Kurdistanê de rake, dibe ku hin êş û azaran siviktir bike. Herweha bi berdewmiya binpêkirinên komên çekdar li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, tevî ku hewl tê dan ku sînorek were dayîn, lê bi berdewamiya wan binpêkirina êş û azar zêdetir dibin.


PDK-Sê da zanîn ku PYDê di kiryarên revandin û binçavkirina rojnamevan, û çalakvanên ser bi ENKSê û partiyên wê ve, û îşkencedan hin ji wan berdewam e, herweha diyardeya revandinê li hember daxwaza fidye derketiye bê ku lêpirsînek yan vekolînek vebe.

PDK-Sê di raporta xwe de behsa dûnastanên kurdî kurdî kir û got, hewlên berdewamkirina diyaloga kurdî ji bo lihevhatina kurdî bû mijareke kevin û dem ser ve bûrî ji ber ku etmosfêrek jê re tune ye. Diyar e ku rewş dê wiha berdewam be, nexasim piştî kirîza Ukrayna hatiye hole û mijûlbûna aliyên navdewletî.

PDK-Sê debarê kirîza Sûriyê û bandora şerê Ukrayna, da zanîn ku diyar êrîşa Rûsiya li ser Ukrayna tê pêşbînîkirin ku rola Rûsiyê li Sûriyê de kêm bibe, eger heye rola Netewên Yekgirtî derbarê kirîza Sûriyê de paş bike, tevî ku hewlên Gêr Pêdirson, şandiyê navdewletî ji bo lidarxistina gera 7an ya komîta destûrî de berdewam in.

Li ser Herêma Kurdistanê, PDK-Sê gotiye: Hîn jî serkirdeyên herêmê bi hişmendî û li gorî destûrê serederî bi rewşê re dikin, tevî ku PDKê rastî xapandin hat da ku berpijêrê serokatiyê bi dûr bixînin, dîsa bi aliyê Îraqî û Kurdistanî re bi hêminî serederî dike.

Ji bilî van mijaran PDK-Sê di raporta xwe de behsa çendîn babetên cihanî û navdewletî kiriye.

Ş.E