8 sal in Pêşmerge Têrîj Behrem şehîd bûye

8 sal in Pêşmerge Têrîj Behrem şehîd bûye

PDK-S: Di 21ê Tebaxê de, beriya 8 salan qehremanekî Pêşmergeyên Leşkerê Roj giyanê xwe kire qurbanî di ber milet û xaka Kurdistana pîroz de, û rê neda dijmin û hovên serdemê derbasî xaka Kurdistanê bibin.

Roja 21-8-2014an Pêşmergeyê Leşkerê Roj Behrem Murad Silêman ku bi Tîrêj dihat naskirin, li eniya Bendava Mûsilê li gundê Sehlec yê ser bi Herêma Kurdistanê ve, di şerê rûbirûbûna çekdarên rêxistina DAIŞa terorîst de, û berevaniyê di ber xaka Kurdistanê de şehîd bû.

Şehîd Behrem sala 1993an de li gundê Helêq yê ser bi bajarokê Girkê Legê ve li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Cihê xwe li hêza yêkê yê Pêşmergeyên Roj de digirt.

Ji destpêka damezrandina Leşkerê Roj û di şerê rûbirûbûna DAIŞa terorîst û dijminê Kurdistanê de, bi dehan Pêşmerge şehîd û birîndar bûne, û destanên lehengî û qehremanî û xweragiriyê tomar kirin.