8 sal li ser şehîdbûna 5 pêşmergeyên Leşkerê Roj re derbas dibin

8 sal li ser şehîdbûna 5 pêşmergeyên Leşkerê Roj re derbas dibin

PDK-S: 8 sal li ser şehîdbûna 5 Pêşmergeyên Leşkerê Roj, li dijî rexistina DAIŞê li Herêma Kurdistanê derbas dibin.

Di 16/9/2014an de 5 ji Peşmergeyên Roj ji efser û peşmerge li dijî rexistina DAIŞê li devera Hesen Şam li gundê Sêfdîn şehîd bûn.

Navê pakrewanan ev in:

Şehîd Aqîd Beşîr Ehmed Hogir ji Bakurê Kurdistanê, şehîd Neqîb Comerd Mişo ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê, şehîd Mustafa Cercîs ji Başûrê Kurdistanê, şehîd Delîl Ehmed Elî Mhemed ji Tirbespiyê _ Rojavayê kurdistanê, şehîd Silêman Hemza Hacî ji Tirbespiyê _ Rojavayê Kurdistanê.

Di sala 2014an de Herêma Kurdistanê rastî şerekî giran ji aliyê rexistina DAIŞ ya terorî ve hat tê de bi sedan ji DAIŞê hatin kuştin û hijmarek ji Pêşmergeyan şehîd bûn di nav wan de Pêşmergeyên roj jî hebûn.