Şandeke ji Rêxistina Zaxo ya PDK-Sê seredana Dergehê Pêşabîr yê Sînorî kir

Şandeke ji Rêxistina Zaxo ya PDK-Sê seredana Dergehê Pêşabîr yê Sînorî kir

PDK-S: Roja Şemiyê 14. 10 . 2022, şandeke ji rêxistina Zaxo ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, serdana dergehê Pêşabîr yê sînorî kir.

Şandeya rêxistina Zaxo ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, ji endama komîta navendî Hiyam Ebdulrehman û hejmarek endamên encûmena herêmî ya PDK+Sê pêk dihat, û ji aliyê Şewket Berbuharî rêveberê dergehê Pêşabîr yê sînorî ve, pêşwazî li şanda PDK-Sê hate kirin.

Di seredanê de herdu aliyan behsa rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê û asankirina karûbarên wan kirin.

Herweha şanda PDK-Sê bi bûneya serkeftina wî di helbijartinên bo kongireyê 14 yê Partiya Demukrata Kurdistanê , pîrozbahî pêşkêşî Berbeharî kirin.