Cîgirê Serokê Itîlafê serdana Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê kir

Cîgirê Serokê Itîlafê serdana Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê kir

PDK-S: Li Hewlêrê şandek ji nûneratiya ENKSê di Hevpeymaniya Niştîmanî de li gel nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê re civiya.

Şanda nûneratiya ENKSê di Hevpeymaniyê de ji her yek ji diktor Ebdulhekîm Beşar cêgirê serokê Hevpeymaniyê , Ebdele Gedo endamê desteya siyasî ya Hevpeymaniyê pêk dihat, herweha Ibrahîm Biro endamê desteya danûstandkar û endamê komîta peywendiyên derve ya ENKSê jî beşdar bû.

Ji aliyê serokê nûneratiya ENKSê diktor Kawa Ezîzî û endamên nûneratiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Di civînê de, cêgirê serokê Hevpeymaniyê behsa rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û ya kurdî bi taybetî, peywendiyên ENKSê bi Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûrî re, pêşhateyên Efrînê, civînên bi aliyê Emerîkî, Ferensî û Birîtanî re kir.