PDK-Sê di 36emîn salvegera şehîdbûna Idrîs Barzanî de nameyek belav kir

PDK-Sê di 36emîn salvegera şehîdbûna Idrîs Barzanî de nameyek belav kir

PDK-S: Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê nameyek di 36emîn salroja şehîdbûna Idrîs Barzanî de belavkir û têde got, ku Idrîs Barzanî yek ji serkirdeyên, ku cihê pencemora wî heta weke niha xuyaye.

Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê got ji destpêka jiyana xweve Idrîs Barzanî tevlî xebatê ji bo gelê kurd li başûrê Kurdistanê û li parçeyên din yên Kurdistanê bû, ku di vî warî de serkeftin tomarkir.

Herweha Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, got şehîd Idrîs Barzanî tevaya hêza kurdî xiste xizmeta doza kurdî de, û di jiyana xwede xebat ji bo yekrêziya navmala kurdî kir, ewjî ta ku armancên bilindên tevgera rizgarîxwaza kurd werne bicîkirin, û ne ji valeyî bi endazyarê aştiyê hate naskirin.

Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya gotjî rêbaza Idrîs Barzanî xebat ji bo kiriye, ku rêbaza Barzaniyê nemire heta weke îro jî berdewame û serok Mesûd Barzanî berdewamiyê bi xebatê li ser heman rêbazê dide.