Şandek ji rêxistina Domîz ya PDK-Sê serdana mezarê Nemiran li Barzan kir
PDK-S: Şandeke ji rêxistina Domîz ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê serdana mezarê Nemiran li Barzan kir.
Roj Înê 10 Adara 2023an, şandek ji rêxistina Domîz ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya bi serokatiya Hacî Kalo endamê komîta navendî û berpirsê rêxistinê û bi beşdariya hejmareke mezin ji kadir û endamên PDK-Sê û koma Azadî ya filklorî serdana mezarê Nemiran li devera Barzan kir.
Û ji aliyê Şêx Xelat Barzanî ve pêşwazî li şandê hate kirin.