Serok Barzanî bi boneya 1ê Gulanê peyamek pîrozbahiyê belavkir
PDK-S: Serok Mesûd Barzanî bi boneya roja cejna Karkerên cîhanê ya 1ê Gulanê peyamek pîrozbahiyê belavkir.
Li gor malpera fermî ya serok Barzanî peyam waha ye:
"Bi helkefta yekê Gûlanê roja cîhanî ya Karkeran germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî karkerên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Hêviya jiyanekî bextewer û dûrî li çewsandinê ji bo hemû karkerên azîz dixwazim û spasî erk û keda wan dikim".