Seîd Omer: PKK berfirehbûna cemawerên PDK-S û ENKS lawaziyekê ji bo xwe dibîne

Seîd Omer: PKK berfirehbûna cemawerên PDK-S û ENKS lawaziyekê ji bo xwe dibîne

PDK-S: Berpirsê Ofîsa Têkiliyên Niştîmanî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûriya Se'îd Omer got ku PKK berfrehbûn û hêzbûna cemewarên Partiya Dîmuqrata Kurdistan- Sûriya û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê dibîne ku ew yek lawaziyek ji PKK re ye.

Omer li ser malpera xwe ya Fêsbûkê belav kriye ku PKK stratejî û baweriya xwe ji dest da û siyaseteke ku her rojê diguhere bikar tîne û şaştî û neserkeftina xwe davêje li ser milê partiyên siyasî û aliyên kurdistanî.

Omer herweha serbarkr ku PKK di hêzbûna Partiya Dîmuqrata Kurdistanê de lawazbûnê ji bo xwe dibîne û ji ber wê yekê ew hemû şiyanên xwe weke fişar ji bo lawazkirina Partiya Dîmuqrata Kurdistanê bikar tîne.

Omer got jî ku li Kurdistana Sûriyê jî PKK wê yekê dubare dike û di hêzbûna cemawerên Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûriya û berferhbûna cemawerên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê weke lawazbûnekê ji bo xwe dibîne û PKK baş wê yekê dizane û di dawiya dawiyê de serkeftin dê ji bo Projeya Neteweyî ya Kurdistanî be.